AKP: Pêvajoya Çareserîyê Wê Bêyî Bandora Derve Bidome

Recep Tayyip Erdogan

Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, roja Çarşemê bi mebesta nirxandina Pêvajoya Çareserîyê û dîyarkirina rewşa dawî ya pakêta demokratîkbûnê ligel karbidestên hikûmetê dicive.

Serokwezîr Erdogan, roja Duşemê jî li civîna Rêvebirîya Navendî ya Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP), daxuyanîyên Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik nirxandin ku gotibû, ‘jiber hikûmet gav navêje em vekişîna gerîlayan radiwestînin, lê agirbest berdewam dike.’

Li gor ragihandina medya Tirkîyê di encama gotûbêjên civînê de, Serkowezîrê Tirk daye xuya kirin, ti bandora daxuyanîyên KCK’ê li ser birêveçûna pêvajoya çarserîyê nîn e û gotiye, “jibo di rojevê de cî bigirin van daxuyanîyan belav dikin.”

Di encama civîna AKP’ê de, biryar hatiye girtin ku hikûmet bêyî bandora hêzên ji derve û tawîzan bide wê pêvajoya çareserîyê bidomîne.

Piştî encamdana civîna rêvebirên AKP’ê îro Sêşemê hate ragihandin ku roja Çarşemê jî bi Seroktîya Serokwezîr Erdogan, kombûneke taybet li ser van babetan tê saz kirin.
Tê pêşbînî kirin, li civîna sibe daxuyanîyên KCK’ê yên dawî bibin mijara gotûbêjan û herwiha pakêta demokratîkbûnê jî were eşkere kirin.

Your browser doesn’t support HTML5

Raport