Welatiyên Brîtanî di Nav Qurbanîyên Êrîşa Nairobi de Hene

Wezareta Derve ya Brîtanya dibêje, bi kêmî sê welatîyên Brîtanî di êrîşa li ser bazara li paytexta Kenya de hatine kuştin û dibe ku ev jimar bilindtir bibe.

Artêşa Kenya hîn di rûbirûbûneke girj de ye li dijî radîkalên Îslamî. Jimara qurbanîyên êrîşê roja Şemîyê 59 bû.

Wezareta Derve ya Brîtanî mirina sê welatîyên Brîtanî piştrast kir û da zanîn ku dibe ku ew jimar zêdetir bibe li dema ku agahîyên nû bidestkevin.

Wezaretê herwiha ragihand ku Wezîrê Derve William Hague serkêşîya civîneke komîteya krîzan ya Brîtanî kir û tîmeke alîkarîya lezgîn ji London şand Nairobî jibo piştgirîyê bide.