Gelo Dê Hikûmeta Amerîkî Were Daxistin?

Avahîya Kongresa Amerîkî

Danûstandinên Civata Senatoya Amerîkî bi awayekî germ derengî Duşemê destpê kir. Rêberê piranîyê Harry Reid qanûndanerên Patîya Çayê matmayî hişt jiber rişdîya wan li ser nepiştgiritna Qanûna Bîmeya Saxlemîyê ya Serok Obama, wekî mercek jibo dirêjkirina xercîyên hikûmeta federal.

Demokratên Senatoyê plan dikin ku bi na deng bidin pêşniyareke Kongresê ya nepiştgirîya Obamacare û ew dixwazin wê destûrkirina xercîyê biguherin da ku qanûna saxlemîya Obama dirêjtir bibe.

Lê eger Civata Senatoyê plana xercîya hikûmetê ligel qanûna saxlemîya Obama erê neke, wekî ku tê çaverêkirin, ewê bal careke din were ser Civata Nûneran ya Kongresê.

Ewê rê li ber girtina hikûmetê were girtin, tenê eger herdu civatan heman qanûn erê kirin da ku Serok Obama berî 1ê meha 10ê li ser îmze bike. Tê çaverêkirin ku Serok Obama bi rêberên Kongresê yên herdu partîyan re derengî vê hefteyê kom bibe.

Bêtir zanîn di vê raportê de.

Your browser doesn’t support HTML5

Obamacare