Pitir ji 130 Mişextan li Niqobûna Gemyekê Canê Xwe ji Dest Diden

Pitir ji 130 kes xeniqîn piştî ku gemyek ku mişextên Afrîkayî têda bûn agir vêketî û li nêzîkî girava Lampedusa ya Îtalî niqo bûy.
Karbidestên Îtalî dibêjin nêzîkî 500 kes di gemiyê de bûn demê îro niqo bûy. Eve mezintrîn serhatî ye ku li Behra Naverast diqewme.
Nobedarê devava Îtalî dibêje ku nêzîkî 150 kes hatin rizgar kirin û lêgerîn li dîv kesên berze berdewam e.
Kesên rizgarbûyî gote karbidestan ku gemî biser avê ket demê ku motora wê rawestîyay. Paşî mişextan agir berda betenyekê da berê gemîyên din box we rakêşin.