Dest bi Hilweşandina Çekên Kîmyawî yên Sûriyê Hate Kirin

Otomobîlên lêvekolên Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê.

Lêvekolên navneteweyî dest bi hilweşandina çekên kîmyawî yên Sûriyê kirin, li gorî karbidestan.

Karbidest dibêjin ku Yekşem yekemîn roja proseya hilweşandina çekên kîmyawî bû, ku herwiha hilweşandina bingehê çêkirina çekên kîmyawî bi xwe ve digire.

Serokê Sûrî Beşar El Esed meha bihurî got ku hikûmeta wî hevkariya lêvekolên navneteweyî.

Li gorî biryareke Neteweyên Yekbûyî, gerek lêvekolên navneteweyî heta naverasta sala 2014ê tevaya çek û bernama çekên kîmyawî yên Sûrîyê hilweşînin.