Rejîma Sûrî Rêka Sereke ya Helebê Kontrol Dike

Hêzên artêşa Sûriyê roja Duşemê rêyeke sereke kontrol kir ku deverên bin destê hikûmetê bi bajarê Helebê ve girê dide.

Rêya bakur-başûr ya girîng e jibo veguhastina çek û alîkariyan jibo leşkerên hikûmetê ku li bakura wî welatî şerê serhildayan dikin.

Şerê giran jibo kontrola Helebê sala bihurî destpê kir û niha jî beşeke Helebê li bin kontrola hêzên serhildayan e û beşê din ji layê hikûmetê ve hatiye kontrol kirin.

Medyaya ser bi rejîma Sûrîyê û çalakvanên mafên mirovan kontrolkirina rêya bakur-başûr ji layê hikûmetê ve piştrast dikin.