Komkara Ereb: ‘Jinêva 2’ li Roja 23’ê Meha 11 Birêve Diçe

Nebîl El Erebî

Rêberê Komkara Welatên Ereb Nebîl El Erebî dibêje ku civîna taybet bi aştiya Sûriyê li roja 23’ê meha 11 li Jinêvayê birêve diçe.

Lê belê nûnerê taybet jibo aştiyê li Sûriyê Lexder Brahîmî got ku hêşta roja wê civînê nehatiye destnîşankirin.

Di konferanseke rojnamevanî de roja Yekşemê li Qahîre, El Erebî roja civînê eşkere kir piştî bi Lexder Brahîmî re civiya.

Lê belê her di wê konferansa rojnamevanî de, Brahîmî got ku civîna ‘Jinêva 2’ birêve naçe eger hêzên bawerpêkirî yên opozisyonê di wê konferansê de beşdar nebin.