Erdogan: Gerek Rabirdûya Me ji Me re Bibe Îbret

Recep Tayyip Erdogan

Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dibêje ku hikûmeta wî rijd e jibo pêşvebirina proseya çareserkirina prisgirêka Kurd.

Di gotarekê de li Wanê, Erdogan got ku proseya aştiyê niha bitenê di destpêkê de ye û wê berdewam bike.

Serokwezîrê Tirkiyê herwiha got ku sî salên êş û azarê bi dawî dihên, li gorî rojnameya Hurriyet ya Tirkîyê.

Ajansa Anadolu ya nûçeyan jî radigihîne ku birêz Erdogan got “gerek rabirdûya me ji me re bibe îbret.”