Esmetullah Cihê Hekîmullah Digire

Esmetullah Şahîn

Komela Talîban ya Pakistanê rêberekî demkî destnîşan kir, piştî Hekîmullah Mehsud di êrîşeke esmanî de hate kuştin.

Peyvdarê Talîbanê roja Yekşemê got ku serokê Şûraya Navendî, Esmetullah Şahîn Bîtanî wek rêberê demkî hate hilbijartin.

Mehsud heftiya bihurî di êrîşeke balafira bê firokevan (drone) de hate kuştin.

Hikûmeta Pakistanê êrîşa esmanî ya ku bû sedema kuştina Mehsud şermezar kir.

Pakistanê herwiha ragihand ku bi vê êrîşê, Amerîkayê ziyan gihande danûstandinên aştiyê li Pakistanê.