Dr. Nebî: ‘Jinêva 2’ Kirîza Sûrîyê Çareser Nake

Serbest Nebî

Profesorê Zanîngeha Selaheddîn Serbest Nebî dibêje ku opozisyona Sûrî li gorî biryarên welatên herêmê kar dike.

Li demê bizavên navdewletî jibo li darxistina konferansa aştîya Sûrîyê ‘Jinêva 2’ dihêne kirin, hevpeymaniya rikeberên Sûrî şert û mercan bo beşdarîkirin di wê konferansê de ragihandin.

Dr. Serbet Nebî , profesorê Zanîngeha Selaheddîn li Hewlêrê dibêjît ku opozisyona Sûrî projeyeke alternatîv bo Sûrîyê nîne û nakokîyên li navbera rikeberan diyar dikin ku ne xwedan biryar in, lê belê li gorî biryarên welatên herêmê kar dikin.

Dr. Nebî herwesa got tirseka mezin di nav alîyên ne Musilman de çêbûye, lewra eger hilbijartineke azad li Sûrîye bihête kirin, hejmareke baş ya Sûrîyan wê dengî xo bidin Beşar Esad , jiber ku bijarê li navbera xirab û xirabtirê dikin.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn bi Dr. Serbest Nebî re