Opozisyona Sûrî bi şert û merc di kombûna taybet bi aştiya Sûriyê de beşdar dibe.
Hevalbendiya Niştîmanî ya Sûriyê roja Duşemê biryara xwe ragihand, piştî du rojên kombûnan li Stenbolê.
Yek ji mercên opozisyonê ew e ku rejîma Beşar El Esed rêkê bide karmendên alîkariyan ku biçin bajarên dorpêçkirî.
Wezîrê Derve yê Amerîkî John Kerry pesna biryara opozisyonê da û got beşdariya hevalbendiya niştîmanî di konferansa aştiyê de “pêngaveke mezin e.”
Biryar e konferansa aştiyê bi beşdariya nûnerên rejîm û opozisyona Sûrî li Jinêvayê birêve biçe.