Cemal Batun: Serdana Barzanî Dîrokî û Sembolîk e

Cemal Batun

Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî roja Şembî serdana Diyarbekirê kir û bi Seorkwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re civiya.

Serdana birêz Barzanî ya Diyarbekirê roja Yekşemê jî berdewam dibe.

Nivîskar û şirovekarê siyasî Cemal Batun dibêje ku serdana birêz Barzanî “serdaneke dîrokî û sembolîk e.”

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, birêz Batun got ku serdana birêz Barzanî “bûyerek e ku hin rûpelên nû di pêşiya têkeliya navbera Kurdan û Tirkan de vedike.”

Birêz Batun herwiha got ku “ez vê serdanê jibo tevgera rewa ya gelê Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê, bi taybetî jî di warê diplomatîk de, wek serdaneke gelek serkeftî dinirxînim.”

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn bi birêz Cemal Batun re