Di Encama Peqînan de Dehan Kes li Îraqê Hatine Kuştin

Di encama çend peqînan de, herî kêm 24 kes li Bexda hatine kuştin û 66 kesên din jî birîndar bûn.

Peqînên îro Çarşemê piranî bombeyên otomobîlî bûn ku taxên Şîa yên Bexda kiribû armanc.

Êrîşa herî kujêr li navenda bajarê Sadr qewimî ku otomobîlek li nav bazerekê hate peqandin/ Di wê êrîşê de bi kêmî ve 4 kes hatine kuştin.

Demûdest ti kes berpirsîya êrîşan bi ser xwe ve negirtîye.

NY texmîn dike ku pirtir jî 7.500 kes ti tundîyan de li Îraqê hatine kuştin. Tî ragihandin ku piranîya wan qûrbanîyan kesên sîvîl in.