Cemal Şêx Baqî Rêvebirîya Demî Şîrove Dike

Syrian Kurdish Interim Government

Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de Cemal Şêx Baqî, Sekreterê Partîya Demoqrata Kurdî ya Sûrî, li ser Rêvebirîya Demkî ya li Kurdistana Sûrîyê dipeyîve.

Birêz Baqî dibêje, ew piştgirîya vê projeyê dike jiber ku xîzmeta mîletê Kurd dike. Ew dîyar dike ku Kurd û pêkhatên din yên herêmê valabûna heyî dadigirin.

Baqî îdîa dike ku hin hêzên herêmê li dijî mafên Kurdan in, loma jî bi awayekî xirab behsa Rêvebirîya Demkî dikin.

"Ne rast e ku Rêvebirîya Demî ya PYD ye. Ew proje ya her du encumenan bû. Lê piştî ku partîyên Yekîtîya Sîyasî biryara tevlîbûna îhtîlafa Sûrî dan, xebata heyî bi zanabûn direjtir kirin.

Your browser doesn’t support HTML5

Cemal Şêx Baqî_RR