Rindê, Stêrka Televizyona Zarokan

Rind Rêber Ruşdî

Li ser ziman, derûnî û pêşketina zarokan, tesîra televizyonan pir mezin e. Ev bi salan e ku bi dehan televizyonên Kurdî hene lê cîyê mixabinîyê ye ku zarokên Kurd ji van televiyonan bê par in.

Cara yekê salek berê li Başûrê Kurdistanê, li Duhokê jibo zarokan televizyonek vebû bi navê Pêlistank Tv. Her çend naveroka televizyonê ne pir dagirtî be û gelek kêmasîyên wê hebin jî di warê ziman de xizmetê dike jibo zaroken Kurd. Hêjayî gotinê ye ku bilî Pêlîstank TV, di demekî nêz de televizyoneke nû vedibe bi navê Zaro TV.

Xwedîyê televizyona Pelîstankê Heci Tel destnîşan kir televizyona wan rastê eleqeyek mezin hatîye û valahîyek mezin dagirtîye.

Your browser doesn’t support HTML5

Raport


Bi rêya televizyona zarokan hinek zaroken stêrk jî derketin pêş. Zaroka ku cara pêşî di vê kanalê de derket û bi kurdî stranên zarokan got, Rind Rêber Ruşdî ye. Rindê got ew pir hez ji stran gotinan dike herî zêde ji strana Pişê.

Bavê Rindê, rojnamevan û hunermend Rêber Ruşdî ye. Wî got hozanvan heye ku dizane çi peyv û musîka li gorî awaza Rindê ye û stranên ku dîyar dikin divê di xizmeta zarokan de be.

Rêber Ruşdî destnîşan kir kanal li ser hizra bazirganîyê ava bûye, lê hizra netewî jî têde heye. Herwiha da zanîn piştî ku kanala kurdî vebû zarokên Kurd bere xwe didin vê televizyonê û bi rêya stranan fêrî Kurdî dibin.