Li Stenbolê Dîroka Kurdên Cihû Hate Gotûbêjkirin

Alîyek ji konferansa li Zanîngeha Kadir Has li Stenbolê

Navenda Xebatên Cihûyan li Tirkîyê (YAÇAM) li Stenbolê bi babeta koçberbûn û belavbûna Cihûyan li dinyayê kongreyeke du rojî saz kir.

Li Kongreya ku 2 û 3’yê meha 12’an li Zanîngeha Kadir Has birêve diçe, ji zanîngehên gelek deverên dinyayê akademîsyen û lêkoler beşdar in.

Lêkoler û şêwirmendê Sîyasî yê Kurd li Enstîtûya Moshe Dayan ya Zanîngeha Tel Aviv Ceng Sagniç, li vê kongreyê li ser Cihûyên Kurdistanê û Bandora Çand û Zimanê Kurdî li ser wan, gotarek pêşkeş kir.

Sagniç, piştî gotara xwe ji Dengê Amerîka re li ser Cihûyên Kurdistanê û taybetmendîyên wê civakê peyivî.

Wî got, “serjimarîya Cihûyên Kurdistanê ku niha li Îsraîlê dijîn 300 hezar e. Cihûyên Kurdistanê pêşî Kurdistanî ne û piştî avabûna dewleta Îsraîlê jî bûne xwedî nasnameya Îsraîlî jî.”

Jibo guhdarîkirina raportê, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

Konferansa li Ser Kurdên Cihû