Di Teqînekê de li Qamîşlo Çend Kes Hatin Kuştin

Otombîleka bombekirî li pêş avahiyekê hikûmeta Sûrî li bajêrê Qamîşlo teqiya û bo egera kuştina 6 kesan û birîndarbûna 15 kesên din ku hindek li wan sivîlin.

Alan Beggo bizavkarê serbixwe li bajêrê Qamîşlo di hevpeyvînekê de digel Dengê Amerîka got, ew teqîn li pêş avahiyekê hikûmetê ku binavê Ceyş el Dîfa’el Wetenî tê nasîn teqiya.

Rêzdar Beggo herwiha got akincîyên wê deverê Erebin û nobedarên wî avahî jî ji eşîretên Ereb yên wê deverê ne.

Bizavkar Beggo got hêla telefonê hatiye birîn û hêzên hikûmetê ew dever dorpêc kirye.

Your browser doesn’t support HTML5

Alan Beggo