Rûsya: Rêkeftina Bazirganî bi Yanukovych re Nehate Gotûbêjkirin

Berdevkê Serokê Rûsya dibêje, Serokê Ukranya Viktor Yanukovych û Vladimir Putin derbasbûna Ukranya bo yekîtîya gumrikê ku ji alîyê Rûsya tê birêvebirin, nekirin.

Ev babet yek ji pirsgirêkên ku bûn sedema derketina xwepêşandinan li paytexta Ukranî bo hefteya sêyem.

Putin û Yanukovych roja Înîyê li bajarê Sochi yê Rûsî lihev kom bûn. Gelek agahî derbarê kombûnê nehatine dayîn, lê berdevkê Serokê Rûs Dmitry Peskov ji medyaya Rûsyayê re roja Şemîyê got ku pirsa tevlîbûna Ukranya bo yekîtîya gumrikê di navbera herdu rêberan de nehate gotûbêjkirin.

Xwenîşanderên Ukranî li Kyêva paytext û bajarên din hikûmeta Serok Yanukovych bi wê yekê tawanbar dikin ku ew dixwaze welatê wan dûrî Ewropa bixîne û bîne ser xeta Mosko.