Geverî: Rojava Sedema Paşxistina Kongreya Neteweyî Bû

Adem Geverî

Biryar bû ku Kongreya Neteweyî ya Kurd di sala 2013’ê de li paytexta Herêma Kurdistana Îraqê birêve biçe. Lê belê Kongreya Neteweyî heta demeke ne diyar hate paşxistin.

Adem Geverî, endamê komîteya amadekarî ya Kongreya Neteweyî, dibêje ku rewşa rojava û nakokiyên navbera partiyên Kurdî li Sûriyê sedemên serekî yên paşxistina kongreyê bûn.

Di hevpeyvînekê de bi Dengê Amerîka re, birêz Geverî go ku “eger di navbera hêzên Kurdan de pirsgirêk hebin, em pêşî mecbûr in ku wan çareser bikin.”

Kordînatorê Însiyatîfa Azadî hêvî xwest ku nakokiyên navbera hêzên siyasî yên Kurdî li Sûriyê çareser bibin û kongre di demekê nêzîk de birêve biçe.

Birêz Geverî got ku “her alî û hêzeke siyasî li Kurdistanê dixwaze ku kongre di demekê nêzîk de çê bibe” û li darxistina Kongreya Neteweyî êdî ne hêviyeke bê bingeh e.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn bi birêz Adem Geverî re