Kurd Ji Operasyona Gendelîyê Xembar in

Operasyona bertîl û sûcên darayî ku 17’ê vê mehê li bajarê Stenbolê destpê kir, dengvedana xwe ya li rojeva Tirkîyê didomîne.

Di bîragiştî ya Tirkîyê de, gelek nîqaş û nirxandinên cuda têne kirin ku piranî vê operasyona bêyî agahdarîya karbidestên hikûmetê pêk hatîye, wekî xerabûna hevalbendîya AKP û cemaeta Fethûllah Gulen dinirxînin.

Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) ku aktora sereke ya sîyaseta Kurd e li Tirkîyê, bê alîbûna xwe radigihîne û daxwaz dike, sûcên bertîlxwirinê bi zelalî werin lêkolîn kirin, dewletek din di nav dewletê de hebe jî derkeve holê.

Kurd, li kuçeyan bi piranî vê operasyonê di çarçoveya pêvajoya aştîyê de şîrove dikin ku metirsîyên xwe yên derbarê rawestîna pêvajoyê tînin ziman.

Hemwelatîyekî bi navê Îbrahîm Orhan ku li Stenbolê dimîne, ji Dengê Amerîka re dîtina xwe parve dike ku dîyar dike, “Ew şerê deshilatdarîyê dikin ku ferqa her du alîyan jî ji hevdu nîn e.”

Xwendekarê Zanîngeha Stenbolê Ferît Yavuz dibêje, “Ger cemaet di vê operasyonê de bi ser bikeve, wê pêvajoya aştîyê bikeve xeterîyê.”

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Salih Turan