Teqîneke Mezin Polîsên Misirê Kir Armanc

Cihê teqîna roja Sêşemê li bajarê Mesnûr, 24'ê meha 12, 2013.

Karbidestên Misirî dibêjin ku teqîneke mezin bingehekê polîsî li herêma Delta ya Nîlê hejad.

Di wê teqînê de bi kêmî ve 13 kes hatin kuştin û 130 kesên din birînar bûn.

Karbidest dibêjin piraniya qurbaniyên teqîna bajarê Mensûr, polîs bûn.

Hikûmeta demkî ya Misirê komeleya Îxwan El Muslimîn bi encamdana wê teqînê tawanbar kir û bi komeleke teroristî bi nav kir.

Serokê berê Mihemed Mursî yê Îslamî ser bi komeleya Îxwan El Muslimîn bû.

Artêşa Misirê li heyva heft desthilata serokatiya Mursî hilweşand û ew binçav kir.