Teqîneke Din li Bajarekî Rûsyayê 14 Kuştîyan li Dû Xwe Dihêle

Nexşeyeke grafîk ku cihên herdu teqînên li Volgograd nîşan dide.

Desthilatdarên Rûsya ewlekarî li nav û derdora bajarê Volgograd yê başûrê welêt zêde kirine, piştî du teqînên kujer bûn sedema kuştina 31 kesî û birîndarbûna bi dehan kesên din di nav du rojan de.

Di êrîşa Duşemê de, bombeyek bi otubusekê teqîya. Di encamê de 14 kes hatin kuştin û 30 kesên din birîndar ketin. Rojekê berî wê jî, êrîşbireke xwekuj xwe li ber deriyê rawestgeha trênê teqand û bi kêmî 17 kes bi xwe re kuştin.

Berdevkekî ajansa sereke ya vekolînan li Rûsya dibêje ku bombeya roja Duşemê wekî ya ku di êrîşa roja Yekşemê de hatibû bikaranîn. Wî guman piştrast kirin ku girêdan di navbera herdu teqîyan de heye.

Ti kesî demûdest berpirsîya êrîşan nexistiye stûyê xwe.

Kremlinê roja Duşemê got ku Serokê Rûs Vladimir Putin ferman daye ajansa dijî terorê ya Rûsya ku ewlekarîyê li Volgograd û deverên din yên welêt zêdetir bikin.

Wezareta Derve ya Rûsya herdu êrîş berhev kir hember karên terorîstî li Amerîka, Îraq û Nejîryayê. Wê herwiha banga piştevanîya navneteweyî kir jibo derketina li hember terorê.