Xwepêşandin li Thailand Jinûve Destpê Dikin

Bi hezaran hevwelatîyên Thailand careke din derketin xwepêşandinan li Bangkokê jibo daxwazkirina derkirina Serokwezîr Yingluck Shinawatra, wekî destpêk jibo girtina plankirî ya paytextê li hefteya bê.

Xwenîşanderan roja Yekşemê meşek li devera dîrokê ya Bangkoka paytext lidar xistin, wekî hewildan jibo avakirina piştgirîyê bo dagerkirina wê deverê. Biryar e Sêşem û Pêncşemê jî karekî wisa pêk bên. Xwenîşander plan dikin ku Bangkokê li 13’ê vê mehê bigirin.

Serokwezîr Yingluck parlamana welêt roxand û banga hilbijartinên pêşwext li 2’ê meha Sibatê kir. Lê xanim Shinawatra red kiriye ji dest ji kar berde. Xwenîşanderan jî soz dane ku rê li ber dengdanê bigirin. Ew xembar in ku ev hilbijartin dê careke din malbata Shinawatra bîne ser desthilatê.

Xwenîşanderên Thailandî dibêjin ku hilanîna serokwezîr ji desthilatê, dê gendelîyê li welêt rawestîne.

Yingluck Shinawatra xuşka serokwezîrê berê Thaksin Shinawatra ye ku li sala 2006’ê bi rîya derbeyeke leşkerî ji desthilatê hatibû avêtin.