Parlamenterên Brîtanî Serdana Îranê Dikin

Şandeke parlamentoya Brîtanyayê roja Sêşemê serdana Tehranê kirin, di demekê de ku herdu welat kar dikin jibo bihêzkirina têkeliyên navbera herdu aliyan.

Ev cara yekemîn e li demê deh salan ku şandeke mezin ya Brîtanî serdana Komara Îslamî bike.

Wezîrê derve yê Brîtanî yê berê Jack Straw serokatiya şanda parlamenteran dike.

Li sala bihurî, Îran û Grupa 5+1 li hev kirin ku pirsgirêka bernama navokî ya Tehranê çareser bikin.

Grupa 5+1 ji pênc welatên endamên herdem Encûmena Asayişa Neteweyên Yekbûyî û Almanyayê pêk dihêt.