Bi sedema zincîreke teqîn û êrîşan roja Sêşemê, bi kêmî ve şeş kes li Bexdayê hatine kuştin ku yek ji wan dadwer bû.
Karbidestên Îraqî dibêjin ku çekdaran di otomobîlekê de teqe li dadwerî kir û di encam de dadwer û nobedarî wî hatine kuştin.
Herwiha bi sedema teqîna bombekê di otobusekê de li bajarê Sedr, sê kes hatine kuştin û heşt kesên din birîndar bûn.
Her li Bexdayê, karwanê otomobîlên polîsan bû armanca teqînekê û di encam de kesekî sivîl hate kuştin û şeş kesên din birîndar bûn.