Serokê Ukranyayê Hikûmetê Diguhere

Rikaberên Serokê Ukranî dibêjin, sîstema welat gendel bûye û dadwerî li welatî nema ye û rewş bi guhertina wezîran çareser nabe.
Xwepêşandanên bi tundûtîjî li paytexta Ukranya her berdewam dibin tevî ku serok Viktor Yanukovîç soz daye guhertinan têxe hikûmetê û sozên guhertina qanûnên dijî terorê dane. Rêberên rikaber dibêjin, sîstema welat gendel bûye û dadwerî li welatî nema ye û rewş bi guhertina wezîran çareser nabe.

Kirîzên sîyasî yên Ukranya destpê kir piştî serok Yanukovîç ji peymaneke bazirganî digel Yekîtîya Ewropyê poşman bû, li hember baştirkirina têkelîyên aborî ligel Rûsya.

Jibo pêtir agehdarîyan guh li vê raporta dengî bigirin;

Your browser doesn’t support HTML5

Qirîzên Sîyasî li Ukrain