Alî Fikrî Işik Hevdîtina Leyla Zana û Abdûllah Ocalan Dinirxîne

Alî Fikrî Işık

Sîyasetvana Kurd Leyla Zana roja Şemîyê cara pêşî bi serdaneke taybet çû girava Îmralîyê û bi Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan hevdîtin pêk anî.

Di hevdîtina ku Leyla Zana tevî Parlemanterê HDP’ê Sirri Sureyya Onder pêk anî de, hate xuya kirin, Abdûllah Ocalan nameyek ji Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî re nivîsandiye.

Li gor daxuyanîya şandeya Îmralîyê Ocalan, di wê nameyê de balê dikişîne ser civandina Kongra Netewî ya Kurd û çareserkirina pirsa Kurd li Kurdistana Sûrîyê.

Nivîskarê Kurd Alî Fikrî Işik, hevdîtina Leyla Zana ya bi rêberê PKK’ê re û rola wê di sîyaseta Kurd de ji Dengê Amerîka re şîrove dike.

Ew, vê hevdîtinê pir girîng dinirxîne û dibêje, “dibe ku ev hevdîtin bibe sedema rakirina astengên pêşîya Kongra Netewî ya Kurd.”

Nivîskar Işık, li ser nameya Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan ku çav li rê ye bigihîje ber destê Serokê Herêma Kurdistana Îraqê jî dide xuya kirin, “hêvî heye ew name bibe sedema çareserkirina pirsên nav sîyaseta Kurdî.”

Ew dibêje, hewildanên Leyla Zana hêjayî rûmetdayînê ne ku ew dixwaze hemû alîyên sîyaseta Kurd bîne ba hev.

Your browser doesn’t support HTML5

Peyamnêr Salih Turan