Facebook bû 10 Salî

Mezintrîn nav di tora peywendîyên civakî de—Facebook—roja Sêşembî, îro şahiya 10 saliya xwe dike. Ew di pêş de li kolejeke taybet dest bi jiyana xwe kir û niha 1.23 milyar kes bikar tînin.

Damezrênerê Facebookê, Mark Zuckerberg di belavokekê de li ser pela Facebooka kompanya xwe dibêje, ew hêvîdar e 10 salên din kompanya wî bikare pirtir şiyan hebe.

Wî got, ew dixwaze ku Facebook zêdetir ji berê alîkariya xelkê bike, kêşeyên mezintir û girîngtir çareser bikin.