Dr. Kameran Berwarî: Kabîneya 8'ê dê Gîrû û Lawaz Be

Dr. Kameran Berwarî: Kabîneya 8ê ya herêma Kurdistanê dê lawaz be çinkû layenên sîyasî hizra berjewendîyên xwe dikin.
Rêkxistîyên ne-hikumetî li herêma Kurdistanê peyaman digehînin karbidestên partîyên serkeftîyên helbijartinên herêmê û daxwaz dikin lezê li pêkînana hikûmeta nû bikin.

Lê Dr. Kameran Berwarî, mamosta li Zankoya Duhokê gote Dengê Amerîka, layenên serkeftî hizra berjewendîyên partîyên xwe dikin, ne çawanîya xizmetkirina cemawerên deng dayî wan, lewan pêkînana hikûmetê dê gîrû û lawaz be.

Dr. Kameran got jî, layenên sîyasî heta radeyekê bi zanabun pêkînana hikumetê paşdêxin heta bêjne xelkê, dema 2 partî bun rewşa aborî û ewlehîyê baş bu, niha pir layen in nikarin hikûmetê pêk bînin, anko wan divên xelek peşîmanên tiştê çûyî bin.

Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna digel Dr. Kameran faylê deng dagire;

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyivin digel Dr. Kamaran Berwari