NY Bixêrhatina Dirêjkirina Agirbesta li Bajarê Humsê yê Sûrî Dike

Sivîl çenteyên xwe hildigirin û ji taxa kevin ya Humsê derdikevin.

Neteweyên Yekbûyî roja Duşemê bixêrhatina nûçeyên dirêjkirina agirêbestekê li Sûrîyê bo sê rojan kir. Agirbesta mirovahî di navbera hêzên hikûmet û opozisyona Sûrî de li bajarê Humsê yê naverasta Sûrîyê hat.

Berpirsa Mirovahî ya NY Valerie Amos di daxuyanîyekê de got, ew hêvî dike ku dê ev sê rojên zêde ji agirbest rê bide bo valakirina bêtir sivîlan û gihandina alîkarîya pêwîst bo bajarê Humsê.

Ji roja Înîyê de, tîmên mirovahî ligel desthilatdarên xwecihî, nûnerên hemû alîyan û rêberên xwecihî, bêtirî 800 jin û zarok û mirovên temen mezin ji Humsê derxistine û xwarin û derman jî anîne wir. NY got ku ev bûye nêzîkî du salan ku kêm alîkarî jibo bajarê dorpêçkirî hatiye.

Karwanê alîkarîyê yê NY rastî teqelêdanê hatibû û hawinek li rex ketibû. Ajovanek birîndar bûbû. Amos got ku yekcar nayê qebûlkirin karmendên NY û yên Xaça Sor ya Sûrî bi mebest werin armanckirin. Wê herwiha kuştina 11 sivîlan li dema operasyonên mirovahî şermezar kir.

Jibo guhdarîkirina hemû raportê, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

UN Syria