Dîyarbekirlî: Cenêva 2 Destpêka Qonaxa Dawî ya Derdê Sûrîyan be

Cemîl Dîyarbekirlî: Rijêm ji roja yekê hatîye danûstandina heta bikaribe di nav welat de gelê Sûrî perîşan bike û pitir xelkê bikûje.
Nunerên rikaberîya Sûrî li danûstandinên Cenêva 2 dibêjin nunerên rijêmê bi zimanekî tund û pîs digel wan û navberîyên danûstandina diaxivin. Ew dibêjin, şandê rijêmê bi vê reftarê dixwaze rikaberî û navberîvan bêhîvî bin û xwe vekêşin.

Cemîl Dîyarbekirlî, endamê desteya ragihandinê digel şandê rikaberîyê gote Dengê Amerîka renge gera diwê ya Cenêva 2 destpêkirina qonaxa dawî ya pirsgirêka Sûrîyan be. Wî got jî, rijêm ji roja yekê hatîye danûstandina heta bikaribe di nav welat de gelê Sûrî perîşan bike û pitir xelkê bi kûje.

Jibo guhdarîkirina raporta Dexîlê Şemo, failê deng dagire;

Your browser doesn’t support HTML5

Cemîl Dîyarbekirlî