Dr. Dinayî: Vejandina 140 Pêdivî bi Bijarek Nû ye

Dr. Mîrza Dinayî: 2 salin jîyana sîyasî li Îraqê rawestîya ye û Kurdan pêdivî bi bijarek nû ye bo vejandina 140.
Hatiye gotin kû rêzbenda batetên giringên part û karbidestên herêma Kurdistanê li çend salên borî hatiye ser û bin kirin. Lê xala sirinc rakes ewe, li gora rawergirtineka Peymangeha Kurdistan bo Pirsên Sîyasî, cêbicê kirina benda 140 ya desturê Îraqê kû taybete bi deverên Kurdistanê li derveyî birêvebinrina hikûmeta herêmê bûye jimare 3 yan 4 a rîzbendê.

Dr. Mîrza Dinayî, rawêjkarê Desteya Giştîya Nawçeyên Derveyî Birêvebirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê gote Dengê Amerîka, eve 2 salin jîyana sîyasî li Îraqê rawestîya ye û karbidestên herêmê hizra jîyana rojane ya xelkê herêmê dikin. Wî got, Kurdan pêdivî bi bijarek nû ye bo vejandina benda 140 ya desturê Îraqê.

Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna Dexîlê Şemo digel Dr. Mîrza Dinayî, failê deng dagire;

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvin digel Dr. Mirza Dinayi