Onen: Li Kurdistana Îraqê Nîqaşên Konfederalîyê Gaveke Erênî ye

Sîyasetvanê Kurd Fûad Onen li Stenbolê li ser babeta ’Di Siyaseta Kurdistanî de Serxwebûnxwazî’’ semînerek pêşkeş kir.

Di semînera ku dawîya vê heftê li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî bi rêvebirina nivîskar Fehîm Işik pêk hat de, gelek xwendekar û rewşenbîrên Kurd beşdarî kirin.

Fûad Onen di gotara xwe de, bal kişand ser pirsa valahîya serxwebûnxwazîyê di sîyaseta giştî ya Kurd de. Wî dîyar kir, jiber hîyerarşîya sîstema heyî ya cîhanî serxwebûneke mûtleq tune ye.

Birêz Onen nîqaşên ku vê dawîyê li Kurdistana Îraqê li ser konfederalî û serxwebûnê têne kirin jî wek gavên erênî nirxandin.

Sîyasetvan Onen, projeya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ku rêxistinbûna sîyaseta Kurd bi pêkhatên din yên civaka Tirkîyê re dide berxwe, wekî hewildaneke bi pêvajoya danûstandinên li Îmralîyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re pêk hatiye şîrove kir.

Wî da zanîn, jiber ku berîya 20 salan sîyaseta rêxistinbûna bihevre encam daye, êdî ev sîyaset bi ser nakeve.

Your browser doesn’t support HTML5

Raport