Ukrayna: Rêkeftina ligel Hêzên Rûsya li Kirimê Karîger e

Wezîrê berevanîya Ukrayna li dema konferansa rojnamevanî.

Wezîrê demkî yê Ukraynayê, Ihor Tenyukh gote rojnamevanan ku rêkeftina ligel artêşa Rûsyayê li ser Crimea hîn karîger e.

Li dema axaftinekê li Navenda Medyaya Krîza ya Ukrayna, Tenyukh got ku hêzên Rûs nema rê li ber bingehên Ukraynî li Crimea digirin û ew nuha rê didin leşkeran ku alîkarîyê wergirin.

Wezîrê Berevanîya Ukrayna herwiha dibêje ku Mosko anîna hêzên xwe yên leşkerî berdewam dike û 60 hezar leşker li Crimea û li ser sînorên Ukraynayê kom kiriye.

Bêtir agahî di vê raporta dengî de.

Your browser doesn’t support HTML5

Ukraine Defense Ministry