Dibe ku Wêneyên Nû yên Satelaytî Perşeyên Firoka Malezî Bin

Wezîrê Berevanî ya Malezî Hishammuddin Hussein

Malezya dibêje wêneyên nû yên satelayt dibe ku bibin perçeyê firoka hindabûyî.

Wezîrê Berevanî ya Malezî Hishammuddin Hussein dibêje, di wêneyên satelaytî de 122 obje xuya dibin ku dikarin bibin perçeyên firoka Malezî ku berî sê hefteyan li ser Okyanusa Hîndî wenda bibû.

Hussein îro Çarşemê ji rojnamevanan re got, ew wêneyên nû ji alîyê satelayteke Fransî be, di 23’yê Adarê de hatine girtin.