IMF Soza 18 mîlyar Dolar Alîkarî Dide Ukrayna

Sindoqa Diravî ya Navnetewî (IMF) soz da ku 18 mîlyar dolar deyn bide Ukrayna, bi şerta ku ew welat reformên ekonomîk pêk bîne.

IMF dibêje, bi alîkarîyên din ku ji civata navnetewî were, dora 27 mîlyar dolar alîkarî di nav du salên pêş de bigeheje Ukrayna.

Ukrayna demeke aloz bi Rûsya re derbaz dibe, piştî ku hêzên wê ketin nav Kirim û ew herêm xistin nav axa xwe.

Amerîka û Yekîtîya Ewropa ew biryar wek gaveke neqanûnî nav kir