Osman Baydemîr Xatir ji Diyarbekirê Dixwaze

Hevserokên Bajarvanîya Mezin a Diyarbekirê Gultan Kişanak û Firat Anli roja înê destûrnameya destbikariyê (mazbata) stendin û Osman Baydemirî erka xwe teslîmî bajarvanên nû kir.

Osman Baydemirî dîyar kir, jibo xizmeta gelî 10 sal in li ser karî ye û ew bextewar e jiber ku wezifeya ji hevalên xwe teslîm girtîye, bi serbilindiyek teslîmî hevalên xwe dike. Birêz Baydemirî got ew her daîm jibo xizmeta gele xwe û hevalê xwe amada ye.

Hevserokên Bajarvanîya Diyarbekirê Gultan Kişanak û Firat Anli jî jibo xizmetê wan spasiyê xwe li Osman Baydemîr kirin û gotin ew bi Osman Baydemirî serbilidin, jiber ku heta neha navê bajarvaniyê bi kar û barên nelirê nehatiye bilêvkirin.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Diyarbekirê