Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Barzanî ligel Serokwezîr Erdogan Dicive

Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Herêma Kurdistana Îraqê Nêçîrvan Barzanî (Arşîv)

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Îraqê Nêçîrvan Barzanî li Tirkîyê bi Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan re dicive.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, piştî hilbijartinên herêmî yên li Tirkîyê îro Çarşemê li Tirkîyê ligel Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan hevdîtinekê pêk tîne.

Hate ragihandin, wê li hevdîtinên vê serdanê babetên aborî û bazirganî werin gotûbêj kirin.

Şîrovekarê Sîyasî li Enstîtuya Moshe Dayan ya Tel Avîv Ceng Sagniç, serdana Serokwezîr Barzanî ya Tirkîyê ji Dengê Amerîka re dinirxîne ku naveroka hevdîtinan jî bi 3 babetên sereke şîrove dike.

Sagniç, balê dikişîne ser geşedanên sîyasî yên li dor hilbijartinên parlamena Îraqê digerin.

“Ev hilbijartin jibo Herêma Kurdistanê wekî referandumekê têne nirxandin ku ji hikûmeta Tirkîyê jî tê xwestin piştgirîya wan bike.”

Ew destnîşan dike, “Enqere û Hewlêr şirîkên hev ê baş in, lewma jî ev serdan û hevdîtin bi awayekî rutînî pêk tên, anku ne surprîz in.”

Ceng Sagniç dide zanîn, jiber ku xeta sînorên Îraqê û Sûrîyê di bin kontrola Kurdan de ye, danûstandinên hikûmeta Tirkîyê yên bi Kurdistana Îraqê re jî ne tenê li ser neft û gazê ne.

Your browser doesn’t support HTML5

ST_4_16_13