Seîd Salih: Xelkê Şingalê Dê bi Rêjeyeke Zortir Beşdarîyê li Hilbijartinan Bikin

Seîd Salih.

Li dema halbijartinên parlamanî yên Îraqî û yên parêzgehên Herêma Kurdistanê nêzîk dibn, bizavên berbijarên hemû alîyan xurtir dibn, bi taybet li deverên liderveyî Herêma Kurdistanê.
Piraniya kandîdan buhayekî taybet didin Madeya 140ê ya destûrê Îraqî û wih xuya dike ku hevçûnên mezin di nav parlmanê de çaverêkirî çê bibin.

Di hevpeyvîneke Dengê Amerîka de ligel berbijarê lîsta hevpeymaniya Kurdistanî li parêzgeha Nînewa Seîd Salih Xelef Adu dibêje, çaverê tê kirin ku hijmareke mezin ji xelkê Şingalê pişikdariyê li hilbîjartinan bikin û "daxwaza me ya serekî li parlamanê bibe çareserkirina pirsên deverên li derveyî herêma Kurdistanê ye."

Birêz Salih herwiha dibêje, heye ku pirsa Madeya 140ê ya destûrê Îraqî bigihîne welatên rojava bo zêdekirina sengîyê li ser Hikûmeta Îraqî da bersiveke erênî bide.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn bi Seid Salîh re