Weqfa Koçberîyê li Ser Diyarderya Zarokên Karker li Wanê Xebatê Dike

Logoya Goç Vakfi

Di salên 90an de, gelek kes koçerî bajaran bune, ji ber şerê di navbera dewlet Tirk û gerîlayan de, gund hatibûn valakirin û şewîtandin.

Wan li Kurdistanê Tirkiyeyê yek ji wan bajaran e ku gelek kes ji gundên xwe koçber wê bûne û li wir bicî bûne. Lê zarokên wan malbatan ji bo alîkarî bidin malbatên xwe, di kolanan de tîştan difiroşin û ji ber vê jî naçin dibistanan.

Rewşa zarokên malbatên koç bûne piştî erdheja 2011ê, zarokên ku li kolanan de tiştan difroşin zêde bûne.

Derbarê vê diyardeyê, Medenî Oruç li Wanê mamoste ye û li Weqfa Koçberî jî xebatê dike. Di hevpeyvînekê ligel Dengê Amerîka de birêz Oruç rewşa zarokan li Wanê şirove dike, û behsa karê Weqfa Koçberî dike.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn bi Medenî Oruç re