Kampeyna Îmzeyan ya Jibo Azadkirina Ocalan li Stenbolê

Kampeyna îmzeyan ya bi mebesta azadkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji zîndanê, ev demeke li bajarê Stenbolê jî berdewam dike ku hejmara îmzeyan 60 hezarî derbas kiriye.
Kampeyna ku bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Partîya Aştî û Demokrasiyê (BDP) hatiye destpê kirin, bi vekirina standên îmzeyan li meydanên qerebalix yên navçeyên Stenbolê tê domandin.

Berdevka Meclîsa Jinan a BDP’ê Semra Demîr ji Dengê Amerîka re dide xuya kirin, ew ê îmzeyên ku berhev bikin 1’ê Îlona 2014’an anku Roja Aştîya Cîhanê pêşkeşî parlamena Tirkîyê bikin.

Semra Demir balê dikişîne ser mebesta vê kampeynê û dide zanîn, ew li bajarên mîna Stenbolê hin caran rastî astengî û êrîşên nijadperestan jî tên.

Ew, vê kampeynê di çarçoveya biserxistina pêvajoya aştîyê de dinirxîne ku dide xuya kirin, ne tenê jibo azadkirina Ocalan herwiha jibo bidestxistina maf û azadiyên xwe, divê hemû gelên Tirkîyê piştgiriya wan bikin.

Jibo guhdarîkirina raportê, failê deng dagire;

Your browser doesn’t support HTML5

Kampeyna Azadkirina Ocalan