NY: 10.8 Mîlyon Sûrî bi Pêdivîya Alîkarîyê ne

Valerie Amos

Berpirsa Mirovahî ya NY Valerie Amos do Pêncşemê got ku 10.8 mîlyon Sûrî pêdivî bi alîkarîya mirovahî ne, ev jimar jî 1.5 mîlyon bêtir ji tenê berî şeş mehan.

Ev cara çara ye ku Valerie Amos vedigere Civata Ewlekarîya NY ji dema ku Bernivîsa jimar 2139 li Sibatê hate wergirtin ku daxwaz ji hikûmet û opozîsyona Sûrî dike alîkarîya karkerên mirovahî bikin û rêlibergirtina çûna alîkarîyê rawestînin.

Xanim Amos ragihand, li şûna ku rewş li ser erdê baştir bibe, ew xirabtir bûye.

Nûnerê Sûrî li NY Beşar Caferî raporta Amos red kir û got gelek nerastîyên mezin tê de hene.

Caferî herwiha Amos da ber lêpirsînê ka çawa wê karîbû bigiheje van jimarên mezin ji hemwelatîyên Sûrî yên xwedî pêdivî.

Bêtir agahî di vê raportê de ye.

Your browser doesn’t support HTML5

UN Syria