Misilman Meha Remezana Pîroz Destpê Dikin

Li seranserê Cîhanê dora 1.6 milyar Misliman dawiya vê hefteyê destpêka meha Remezanê pîroz dikin. Ev meha pîroz ya Misilmanan vê carê bi tundûtûjî û dijminahiyên tayîfî re hatiye ku gefeyê dikin Rojhilata Navîn, navenda Îslamê, parçe bikin.

Li Sûriyê xwînrijandin û şerekî navxweyî ye. Mîlîtanan parçeyên mezin ji Îraqê kontrol kirine. Li Libnan, Lîbya, Pakistan, Afganistan û Misirê şerê radîkalên Îslamî tê kirin. Bi milyonan penaber jî li seranserê herêmê belav bûne.

Tevî ku xweşiya Remezanê bi xwînrijandinê hatiye tevlîkirin, bi milyonan Misilmanên Sunnî û Şîa dê demjimêrên dirêj rojî bigirin, bi hêviya razîkirina Xwedê.