Temmo Andrê: Amerîka Nuha Naxwaze Pirsgirêka Kurd Giftûgo Bike

Siyasetmedar Temmo Andrê, berpirsê Partiya Yekitî ya Kurd li Sûryê li Fransayê di hevpeyvîna bi Dengê Amerîka re, êrîşên DAIŞê bi berjewendiyên hikûmetên herêmî ve girêdide û wan dike sedema guhertinên di siyaseta herêmê de.

Birêz Temmo dibêje, Amerîka û Yekîtiya Ewropa naxwazin çekan bidin Kurdan ji ber paşgukirina doza Kurdî ji aliyê wan ve, ta ku nebe pirsgirêk di nav destê wan de.

Wisa jî wî diyar kir ku dê rewşa herêmê were guhertin piştî DAIŞê û pênasîn bi dewleta Kurd nabe, ji ber berjewendiya hêzên navneteweyî.

ji bo guhdarkirina dirêjahiya vê hevpeyvînê, vî faylê deng bitikînin.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîna Temmo_Andrê_6_29_LA