Amerîka Hember Êrîşeke Terorîstî li Uganda Hişyarî Dide

Firîngeha Navnetewî ya Entebbe

Balyozxaneya Amerîkî li Uganda hişyarî dide ku îhtîmal e li Firîngeha Navnetewî ya Entebbe êrîşeke terorîstî biqewime.

Balyozxaneya Amerîkî di malpera xwe de radigihîne ku li gor raportên îstixbaratî gefeke xurt heye ku grubeke terorîst ya nedîyar wê êrîşî firokexanê bike.

Karbidestên Balyozxaneya Amerîkî dibêjin wan agahî ji polîsên Ugandayî wergirtine.