Netanyahu Banga Aramiyê Navbera Îsraîlî û Filestîniyan Dike

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro Yekşemê got ku Îsraîl dê bi berpirsiyarî kar bike di rûwê dijminahiya zêdebûyî de navbera Îsraîlî û Filestîniyan, tenê çend demjimêran piştî ku artêşa Îsraîlê êrîşên asmanî bir ser 10 cihan li Kerta Xezayê.

Daxuyaniya serokwezîrê Îsraîlî hate piştî pevçûnên di navbera polîsên Îsraîlî û xwepêşanderên Filestînî de li Orşelîm û bajarokên Ereb li bakurê Îsraîlê. Tundûtûjî hate holê piştî kuştina gencekî Filestînî.

Birêz Netanyahu di vekirina civîna Kabîneya xwe de got, di rewşeke wisa de, divê mirov hêdî û bi berpirsiyarî bixebite, ne ku bi hesteriya û bilez.

Li gorî artêşa Îsraîlê, êrîşên asmanî cihên mîlîtanan dikirin armanc, di nav de jî cihê avêtina roketan û cihê çêkirina çekan. Di dawiya vê hefteyê de bi kêmî 29 roket û bombeyên hawinê ji Kerta Xezayê hatin avêtin bo Îsraîl.