Netanyahu: Êrîşên Hamasê Tawanên Ceng in

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dibêje, mîlîtanên Hamas bi rastxwe hedefgirtina bi mîlyonan sîvîlên Îsraîlî li Gaza, tawanên ceng pêk tînin.

Netanyahu herwiha dide zanîn ku Hamas, mirovan wek mertala parastinê dixebîtine.

Birêz Netanyahu îro Çarşemê di civîneke medyayî de Hamsa tawanbar kir ku plana Misirê ya agirbestê red kir û êrîşên xwe yên roketî berdewam dike.