Li Şingalê Şerê Giran di Navbera Pêşmerge û DAÎŞ de

Herêma Şingal.

Di encama şerekî giran de navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên Dewleta Îslamî (DAÎŞ) li bajarê Şingalê, bi hezaran xelkê bajêr neçar man ku ber bi deverên aramtir ve birevin.

Li gorî tê ragihandin, hêzên Pêşmegeyan ji bajêr vekişiyane û nuha rê ji DAÎŞ re vebûye ku deverê têxe bin kontrola xwe.

Bajarê Şingalê wekî navendeke Kurdên Êzîdî tê zanîn.

Nûçegihanê Dengê Amerîka li Duhokê Selam Balayî bêtir agahiyan di vê raporta dengî de dide.

Your browser doesn’t support HTML5

Rewşa Şingalê