Xeyrî Şemo: Emê Doseya Şingalê Bigihînin Karbidestên Amerîkî

Xeyrî Şemo.

Bizavkarên Kurdên Êzîdî hewil didin bi şêweyekî rasteqîn bûyerên ku li Şingalê çê dibin bigihînin karbidestên welatên Rojava. Jiber girîngiya Amerîka, Kurdên Êzîdî li Washington jî dixwazin bi her awayî hikûmeta Amerîka ji van bûyeran agahdar bikin.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîkayê, bizavkar Xeyrî Şemo dibêje ku hewildan nuha tên kirin jibo pêkanîna hevdîtinan ligel karbidestên Wezareta Derve ya Amerîka da ku bi awayekî baş ji rewşa li Şingalê agahdar bibin.

Birêz Xeyrî dibêje, heta nuha gelek hikûmet derbarê vê rewşa li Şingalê bêdeng in, lewra divê Kurd û partiyên wan li hemû deriyan bidin da ku dengê xwe bigihînin navendên çêkirina biryarê.

Hûn dikarin dirêjahiya vê hevpeyvînê li ser vê fayla dengî guhdarî bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

Havpeyvêna Xeyrî Şemo_LA