Ewropa Alîkariya bo Îraqîyan ku Ketine ber Hovîtîya DAÎŞ Dişîne

Ewropa pitir alîkarî dişîne bo hizaran Îraqîyên ku bizavê dikin ji hovîtîya çekdarên Dewleta Îslamî li bakura Îraqê birevin.

Firokên Brîtanya û Fransa îro av, xwarin û çira berdane xwar li ser çîyayê Shingalê bo alîkarî kirina penaberên Êzîdî û kêmaniyên din yên olî ku li ser çîyay asê bûne. Brîtanya dibêje nêzîkî 7 milyon Dollaran wek alîkarî bo bakura Îraqê dişîne û firokên Tornado yên zêrevaniyê şandine ku baştir binêre destûdarê deverê.

Almanya li hêviyê ye ku otombîlan, berçavkên şevê û destgehên peydakirina bomban bo herêmê bişîne, di demekî de ku Yeketiya Ewropa soz daye wek alîkarî 7 milyon Dollaran bide.

Bi alîkariya hêzên Kurdan li herêmê, li rojên derbas buyê pitir ji 20,000 ji penaberan derfet hebû ji Shengalê derkevin, lê hêşta hizaran kesên din li wir bê av xwarin asê mayne.